Li Şirnexê her cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Şirnexê her cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.
Parêzgeha Şirnexê bi daxuyaniyekê eşkere kir, li nav sînorên bajêr, her cure çalakî û xwepêşandan heta du rojan hatine qedexekirin.
Duhî jî Parêzgeha Mûşê her cure çalakî û xwepêşandanan heta pênç rojan qedexe kiribû.
Îro rojbûna Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan e û tê çaverekirin ku bi pêşengtiya HDPê, hin çalakî û bên kirin.