Encûmena Wezîran encamên gotûbêjên şanda bilind a Hikûmetê li Bexdayê gotûbêj dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 5ê Nîsana 2023an bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive.
Li gorî daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan, di xala yekem a civînê de dê encamên serdan û gotûbêjên şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê bên pêşkêşkirin.
Xala duyemîn a civînê dê ji bo pêşkêşkirina reşnivîsa projeyasaya Wezareta Tenduristiyê bi mebesta gotûbêjkirin û pesendkirinê be
Babeta buhabûna nirxê kelûpelan li bazarê tevî daketina nirxê dolar li hember dînarê Iraqê, dê di xala sêyem a civînê de were pêşkêşkirin.