Enqere: Qada asmanî ya Tirkiyê ji bo geştên Silêmaniyê hat girtin
Wezareta Derve ya Tirkiyê qada asmanî ya Tirkiyê ji bo balafirên ku Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê bi kar tînin, girt.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Tirkiyê qada asmanî ya Tirkiyê ji bo balafirên ku Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê bi kar tînin, girt.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de hatiye gotin: “Li Silêmanî, ji ber zêdebûna çalakiyên terorê yên PKKê, zêdebûna karîgeriya wê di nava balafirgehê de ku dibe sedema gefekê li ser ewlehiya firînê, qada asmanî ya Tirkiyê ji 3yê Nîsanê pê ve, ji bo balafirên ku dadikevin Balafirgeha Navdewletî ya Silêmanî û ji wir radibin, hatiye girtin.”
Herwiha hat eşkerekirin: “Di qonaxa yekem de ev biryar heta 3ê Tîrmeha 2023an dê berdewam be, piştî geşedanên ku ji nêz ve dê werin şopandin, ew dema diyarkirî, careke din dê ji ber çavan were derbaskirin.”