Wezîra Derve ya Almanyayê: Em ji bo rûbirûbûna terorîzmê li Iraqê hevkariyên xwe didomînin

Bruksel (K24) – Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ragihand, ew baş dizanin ku terorîzm li Iraqê hîn jî gefeke cidî ye.

Annalena Baerbock diyar kir, qeyrana Ukraynayê gef li ser asayîşa Ewropayê dirust kiriye, ew baş dizanin ku terorîzm li Iraqê hîn jî gefeke cidî ye, di çarçoveyê de jî ew hevkariyên xwe ji bo rûbirûbûna terorîzmê li Iraqê didomînin.

Wezîra Derve ya Almanyayê li ser pirsyara Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, li lûtkeya NATOyê li hev kirine ku ji bo jinavbirina gefa terorîzmê li Iraqê hevkariyên xwe didomînin.

Baerbock got: “Di dema sala borî de asayîşa Ewropayê kete ber gefê ji aliyê Rûsyayê ve, ew aramî û asayîşa çendîn sal in li Ewropayê hebû, kete ber gefa Rûsyayê, ligel wê yekê jî, ne wek Yekîtiya Ewropayê û ne wek NATOyê, me jibîr nekiriye ku gefên din ên terorîzmê li cîhanê hene, wek li Lûtkeya Madrîdê ya NATOyê, em li ser wê stratejiyê em rijd bûn.”

Herwiha diyar kir: “Gefên cuda yên ewlehiyê li cîhanê hene, yek ji wan terorîzm e, di vê çarçoveyê de jî NATO hevkariya hevbeşên me dike ji bo rûbirûbûna terorîzmê û ev Iraqê jî digre, wek dizanin Almanya hevkar û piştevanê şerê dijî terorê ye li Iraqê.”