Çavuşoglu: Divê diyaloga ligel Sûriyê bidome
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Enqerê konferanseke rojnamevanî ya hevbeş encam dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Enqerê konferanseke rojnamevanî ya hevbeş encam dan.
Di konferansê de Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov aloziyên navbera Îsraîl û Filistînê bi metirsîdar wesf kir.
Sergey Lavrov diyar kir ku ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê bihêzkirina pêwendiyên navbera Enqere û Şamê gotûbêj kirine.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê daxwaz kir ku di dema herî zû de dosyeya Filistînê were çareserkirin.
Lavrov eşkere kir: “Rûsya yek ji wan welatan e ku di dema rûdana erdheja 6ê Sibatê de alîkarî pêşkêşî Enqerê kirin.”
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê derbarê dosyeya Sûriyê de gotûbêj kirine.
Mevlut Çavuşoglu got: “Dema wê yekê hatiye ku hilbijartineke bêalî û pak li Lîbyayê were kirin.”
Çavuşoglu eşkere kir: “Recep Tayyip Erdogan bi awayekî berdewam ligel Vladimir Putin û Volodimir Zelensky di pêwendiyê de ye.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê destnîşan kir ku ligel Sergey Lavrov li ser mijarên bazirganî û aborî gotûbêj kirine, bi taybetî pirsa gazê.
Herwiha diyar kir: “Diyaloga navbera Enqere – Şamê, divê bi awayekî şefaf berdewam be.”