Serok Barzanî cejna Qiyamê li Kirîstiyanan pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna Qiyamê, pîrozbahiyê li Kirîstiyanên Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dike.

Serok Barzanî îro 8ê Nîsana 2023an peyameke pîrozbahiyê bi boneya cejna Qiyamê arasteyî Kirîstiyanan kir û tê de ragihand, “Ez hêvî dikim ku ew fersend bibe sedema xurtkirina biratî û tebayê di navbera hemû netewe û peyrewên hemû olan de li navçeya me.”

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedêyê Dilovan û Mîhreban

Bi boneya hatina cejna Qiyamê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwişk û birayên me yên Kirîstiyan li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dikim.

Ez hêvî dikim ku ew fersend bibe sedema xurtkirina biratî û tebayê di navbera hemû netewe û peyrewên hemû olan de li navçeya me.

Bi vê boneyê hêviya aştî, şadî û bextewariyê ji hemû xwişk û birayên me yên Xiristiyan re dixwazim.

Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî

8ê Nîsana 2023

 

Fly Erbil Advertisment