Li Diyarbekirê giyayê Biharê kete bazarê
Diyarbekir (K24) – Giya û berhemên nû yên demsala Biharê li dezgehên bazaran jî tên zêdekirin. Her çiqas giranbûna kelûpelan û bazarê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xemeke sereke be jî. Li bazarên taxan yên Diyarbekirê hêviya firoşkaran jî, welatîyan jî ew e ku hilberîna berheman zêde bibe da ku bihayên wan jî zêde nebin.
Di demsala biharê de, berhemdayîn û pişkivîna xwezayê hêviya welatiya ye. Giya û berhemên ku di vê demsalê de çê dibin û zêde dibin, li bazaran jî ciyên xwe digirin. Kereng, gulik, tuzik, pîvazên şîn û hwd. Li bazaran tên firotin û welatî jî baldariyeke zêde nîşan didin.
Firoşkar balê dikşînin ku hilberîn û berhemdayîna vê demsalê girîng e û heger ku hilberin zêde bibe, biha jî kêm dibin.
Firoşkar Hîkmet Gunduz: “Niha tolik derketiye, tuzik derketiye. Dibêjin pîrê rabû ser piya, berê xwe dabû gundiyan, kî nexweşê nav ciyan, tûzik dermanê dila. Seriya mala ava ye, biniya malan vala ye, kî nexweş e bela ye tûzik dermanê dila ye. Tolîk û kereng û gulik derketiine, hêdî hêdî berhemên pir xweş dê derkevin. Welahî Hecî gulikê, ji bêwicadanî bi 30 lîre difiroş e lê li her derî kilo bi 25 lîre ye. Kereng jî 40 lÎre ye, li gişt iyarbekir 40 lîre ye. Kesê ku pare wî hebe, jê re weka pênc krişan e û erzan e, lê fkîrên ku perê wan tune be re giran in. Tu erzan jî bidî giran e.”
Welatî jî balê dikşînin ku bihayê her tiştî gelek giran e, lê bi taybet berhemên ku di vê serdemê de zêde hebin jî dikarin, erzantir bikirin û bibin ser sifreyên xwe.
Welatî Mensûr Ozdemîr: “Wela me çi kirî? Hindek şînayî û kereng kirî. Rojî ye dilê mirov diçê û me kirîn. Li gel wê zehemta ku dikşînin ne biha ye. Diçin ji çolan kom dikin tînin, paqij dikin yanî zehmetiya ku dibinin belaş e. Berê dema biçûkayiya me de me jî berhev dikir, lê êdî li gel me nemane.”
Li piyaseyê û bazara taxan jî, fiyet gelek giran in. Hêvî ew e ku bi destpêka biharê re berhemêm zêde derbikevin da ku fiyet jî kêm bibin. Bi taybet berhemên ku nû derketine, gulik û kereng li ser dezgehan cihên xwe girtine û yên nû jî lê zêde dibin. Hêvî ew e ku bi zêdbûna berheman re bihayê wan kêm bibin.