Di êrîşa DAIŞ'ê de 20 kes li Kongoyê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundekî li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê kirin û di encamê de 20 kes hatin kuştin.

Êrîş ku roja Înê rû dabû, DAIŞê li kanala xwe ya Telegramê, berpirsyariya êrîşê girt ser xwe.

Her wiha DAIŞê gefa kiryarên bi vî rengî li dijî rayedarên artêşa Kongoyê xwar.

Di vê navberê de, artêşa Kongoyê hêzên Hevpeymaniya Kongoyê bi handana DAIŞê ji bo pêkanîna kiryarên bi vî rengî tawanbar kir.