Daxuyaniya li ser ketina dronekê li Duhokê: Ev bûyer kevn e
Asayîşa Duhokê ragihand, mijara ketina dronekê li sînorê parêzgeha Duhokê, kevn e û ti paşmahiyên wê dronê nemaye.
Duhok (K24) – Asayîşa Duhokê ragihand, mijara ketina dronekê li sînorê parêzgeha Duhokê, kevn e û ti paşmahiyên wê dronê nemaye.
Îro Duşemê 10ê Nîsana 2023an, îdiaya ketina xwarê ya dronekê li gundê Botya yê ser bi Duhokê li medyaya civakî belav bû.
Li ser vê mijarê, jêderekî ji Asayîşa Duhokê ji Kurdistan24ê re ragihand, mijara ketina dronekê li gundê Botya kevn e û ti paşmahiyên wê dronê jî li wî gundî nemaye.
Peyamnêrê K24ê Mahir Şingalî serdana gundê Botya kir û ragihand, dron sê roj berê ji aliyê hejmarek cotkarên wî gundî ve hatiye dîtin, kevn û bombebarkirî bû, lê belê bombe neteqiyabû.
Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê, hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine, da ku sedema ketina dronê bizanin.
Peyamnêrê me eşkere kir ku rewşa gundê Botya aram e û ew îdiayên ku behsa valabûna gund dikin, ji rastiyê dûr in.