Biden: Plana min heye di hilbijartinên 2024an de bibim namzet
Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, plana wî heye ku xwe di hilbijartinên serokatiyê ya 2024an de bike namzet.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, plana wî heye ku xwe di hilbijartinên serokatiyê ya 2024an de bike namzet, lê belê niha amade nîne ku bi fermî ragihîne.
Joe Biden beşdarî ahengên cejna Easter Egg Roll bû, ku dîroka wê vedigere sala 1878an û her sal li Koşka Spî tê pîrozkirin, di ahengê de jê hat pirsîn ku di sala 2024an de di vê boneyê de dîsa beşdar dibe, Biden got: “Niyeta min heye, sê an çar ahengên din, an 5 heta 6 ahengên din beşdar bim.”
Dema jê hat pirsîn ku gelo dê beşdarî hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê ya sala 2024an bibe, Joe Biden ragihand: “Plana min heye beşdarî hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê ya sala 2024an bibim, lê belê niha ne amade me ku bi fermî ragihînim.”