Li Çanakkaleyê êrîşa li dijî malbateke Kurd: Kesek hat kuştin

Li gundê Cîvler ê parêzgeha Çanakkale ya Tirkiyê, di navbera welatiyan de şer û pevçûn derket û çawişekî pispor, welatiyê Kurd yê bi navê Suleyman Cabir kuşt.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Cîvler ê parêzgeha Çanakkale ya Tirkiyê, di navbera welatiyan de şer û pevçûn derket û çawişekî pispor, welatiyê Kurd yê bi navê Suleyman Cabir kuşt.

Duh danê nîvro li gundê Cîvler ê parêzgeha Çanakkaleyê di navbera du malbatan de ji ber kêşeyeke zevî şer û pevçûn derket û cendirmeyan gihîştin cihê bûyerê û gulleyekî ku ji çekê çawişekî pispor derket, bû sedema kuştina welatiyê bi navê Suleyman Cabir.

Parêzger Zîlan Leventoglu ji K24ê re ragihand: “Bûyer duh danê nîvro rûda. Suleyman Cabir ku ji aliyê cendirme ve hat kuştin, Kurdekî ji bajarê Wanê ye. Li dijî malbata Cabir bi tundî hêz hat bikaranîn, lê zanyariyek derbarê wê yekê de tune ye ku gelo ev yek ji ber nijadperestiyê hatiye kirin an na.”

Zîlan Leventoglu diyar kir: “Li gundê Cîvler di navbera du malbatan de ji ber lihevnekirina li ser zeviyan, şer û pevçûn derketiye û ji herdu aliyan jî hinek kes birîndar bûne. Cendirme piştî bûyerê çûye mala malbata Cabir û hêz bi kar anîne û bi çekan gulle berdane. Ji ber teqeya çawişekî pispor, Suleyman Cabir canê xwe ji dest daye.”