Li Kerkûkê çar çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir, îro hêzeke dezgeha îstixbarat û lêkolînê ya federal a li Wezareta Navxwe, çar çekdarên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê desteser kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir, îro hêzeke dezgeha îstixbarat û lêkolînê ya federal a li Wezareta Navxwe, çar çekdarên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê desteser kirin.
Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê, yek ji wan çekdaran, sê kembera xwekujiyê pê re bûne, yekekî din jî di salên borî de beşdarî tawanên revandin û kuştina şofêrên barhilgiran bûye li ser rêya Tikrîtê, ewên din jî, piştevaniya lojîstîk ji bo DAIŞê dabîn kirine.