Zêdetir ji 15 hezar kurd li herêmeke Rûsyayê dijîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Kurdên herêma Stavropolê, beşeke berçav ji dîasporaya Kurdên Rûsyayê ne û hejmara wan zêdetirî 15 hezar kes e ku ji komarên Sovyeta berê koçî herêmê kirine.
Kurdên li herêma Stavrepolê dijîn, mezinên wan li gundan bi cotkarî û sewalkariyê re mijûl dibin, zarokên wan diçin dibistanê û piraniya wan heza wan ji werzişa zorbaziyê re heye.
Herêma Stavropolê li beşa başûrê rojavayê Rûsyayê ye û hejmara rûniştvanên wê nêzî 2 milyon û 900 hezar kesî ye. Zêdetirî 15 hezar Kurdên komarên Sovyeta berê li wir dijîn û bi bazirganî, çandinî û ajalvaniyê mijûl dibin.