Abdullah Demirbaş pirtûka Ehmedê Xanî diyarî Papa Franciscus kir

Diyarbekir (K24) – Serokê berê yê Şaredariya Navçeya Sûrê ya Diyarbekirê Abdullah Demirbaş, serdana Papa Franciscus kir. Li gor agahiyên hatine ragihandin, Demirbaş di serdana xwe de, nameyeke û berhema Ehmedê Xanî: Mem û Zînê ku nîşaneyeke Mezopotamya û Kurdistanê ye, pêşkêşî Papa Franciscus kiriye.
Serokê Berê yê Şaredariya Navçeya Sûrê ya Diyarbekirê di nameya ku pêşkêşî Papa kiriye de, daxwaz dike ku ji bo gelê Kurd duayan bike û balê dikşîne ku Mezopotamya erdnîgariyeke herî qedîm û cihê pêkvejiyana ol, bawerî, çand û nasnameyên cuda ye; lê çewa ku Hz Îsa ji bo belavkirina peyamên pîroz hatiye çarmîxkirin, miletê Kurd jî, di bin hukumraniya Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de, ji ber ziman û nasnameya xwe bi karasatên giran re rûqal maye û dimîne.
Demîrbaş dîsa di nameya xwe de, bal kişandiye ser rola Papa û hêvî û daxwaz dike ku ji bo di nav aşitî û aramiyê de pêkvejiyana ol, bawerî û nasnameyên cuda yên li Mezopotamyayê Papa Franciscus jî piştgir be.
Demîrbaş di nameya ku ji bo Papa Franciscus pêşkêş kiriye de, beşeke zêde jî, ji bo zilm û serpêhatiyên ku bi ser Êzidiyan de hatine kirin veqetandiye û behsa kiryarên DAIŞê jî dike.
Abdullah Demîrbaş, pişt ku 17 salan mamosteyî kiriye, di sala 2004’an de wek Serokê Şaredariya navçeya Sûrê hat hilbijartin û di sala 2006’an de, Meclîsa Şaredariya Sûrê biryara ku ‘hemû kar û barên xwe bi pir zimanî bikin’ dabû. Di sala 2007’an de jî, ji ber di karên fermî de, zimanê Kurdî jî bikar aniye, Demirbaş û Meclîsa şaredariyê ji kar hatin dûrxistin. Xizmetên ku bi Kurdî hatibûn kirin û pirtûkên zarokan ku hatibûn çap kirin jî, ji aliyê dozgerên Tirk ve wek tawanên ku erka xwe xizmetên civakî, bi xirabî bikaraniyê hat nişandan.
Demîrbaş, di hilbijatinên 2009an de careke din ji bo Serokşaredartiya Sûrê hat hilbijartin, lê ji ber dozên ku, bi hinceta di şaredariyê de, bi pir zimanî xizmet daye hatibûn vekirin û ji aliyê dadgehên Tirkiyê ve cezayên ku hatibûn dayîn rê nedan ku karê xwe berdewam bike. Demirbaş, piştî çend sal di girtîgehê da ma, ji ber nexweşînên giran hat berdan û niha li derveyî Tirkiyê dijî.