Hejmara qurbaniyên erdheja Mereşê gihîşt 50 hezar û 500 kesan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, di erdhejên Mereşê de 50 hezar û 500 kesan canê xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24)- Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, di erdhejên Mereşê de 50 hezar û 500 kesan canê xwe ji dest dane.

Suleyman Soylu li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê serdana navenda Şaxa AFADê kir û civîneke çapemeniyê pêk anî.

Soylu da zanîn ku piştî erdheja 6ê Sibatê, di 69 rojên borî de 27 hezar û 84 paşlerze çêbûne, ku ji wan 11 hezar û 50 paşlerze li Mereşê bûne.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê got: “Li Mereşê 11 hezar û 808 avahiyên ku divê bilez bihatana hilweşandin hebûn, ku heta niha 9 hezar 970 hatin hilweşandin an kavilên wan hatin veguhestin. Li tevahiya 11 bajaran 57 hezar û 29 avahiyên ku divê bilez bihatana hilweşandin û herifî hebûn, ku 40 hezar û 969ê wan hatin hilweşandin an kavilên wan hatin rakirin.”