Asayîşê 3 tohmetbarên dosyaya destdirêjiya li ser parêzerekî li Hewlêrê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê daxuyaniyek derbarê êrîşa li ser parêzerekî de belav kir û da zanîn ku 3 hatine desteserkirin.

Îro li bajarê Hewlêrê çend kesan êrîşî ser parêzerekî bi navê Mihemed Yabe Sofî kirin û ew birîndar kirin û porê wî jî kur kirin.

Rêveberiya Asayîşê îro Şemiyê di daxuyaniyekê de ragihand: “Piştî ku şeva borî raporta êrişa li ser parêzer Mihemed Yabe Sofî li Hewlêrê gihîşt me, Rêveberiya Asayîşê yekser dest bi lêpirsîn kir.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rêveberiya Asayişê li ser fermana dadwerê lêkolînê û Wezîrê Navxwe 3 gumanbar hatine girtin.

Her wiha Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê got: "Em welatiyan piştrast dikin ku parastina ewlehî û aramiya Hewlêrê û xelkê wê erkê me ye û derbaskirina wê jî xeta sor e û tawanbar li ku bin dê bên girtin û radestî dadgehê bên kirin."