Li Sûdanê 56 sivîl hatin kuştin û aliyên navdewletî banga agirbestê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî Sendîkaya Bijîşkan, hejmara kuştiyên şer û pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez ên paramîlîter (nîvleşkerî) de li Sûdanê, gihîştiye 56 sivîlan.

Sendîkaya Bijîşkan a Sûdanê dîyar kir, di şer û pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez ên paramîlîter de, 56 sivîl hatine kuştin û 170 kesên din jî birîndar bûne, ku ev amar, kuştî û birîndarên di nav hêzên leşkerî û ewlekarî de lixwe nagire.

Ji aliyê xwe ve, Netewên Yekgirtî, Komkara Ereb, Washington û Moskoyê banga agirbesteke demildest li Sûdanê kirin.

Şer û pevçûnên li Xirtûmê, paytexta Sûdanê di navbera artêşê ya bi serokatiya General Abdel Fattah El-Burhan û Hêzên Piştgiriya Bilez ên girêdayî hevalbendê wî yê berê Mihemed Hemdan Deqlo de heta serê îro Yekşemê rû didin.

Şer û pevçûnan duhî Şemiyê li Sûdanê di navbera hêzên artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez de derketin ku biryar bû bi dawiya îsal re desthilat ji bo saziyên sivîl bihata veguhastin.

DESTPÊKA KRÎZÊ:

Ji derbeya Cotmeha 2021ê ve, Encûmena Serweriyê hukûmeta Sûdanê birêve dibe. Du fermandarên leşkerî di navenda şer de hene: Ebdulfetah El-Burhan, Fermandarê Hêzên Çekdar û serokê defakto yê welêt. Ji aliyekî ve jî cîgirê wî Fermandarê Hêzên Piştgiriya Bilez Mihemed Hemdan Deqlo ku bi navê Hemîdetî tê naskirin.

Yek ji kêşeyên sereke yên di navbera Hemedtî û El-Burhan de, lihevnekirina li ser plana tevlîkirina Hêzên Piştgiriya Bilez a ku ji 100 hezar kesî pêk tê, di artêşê de û kî dê vê hêza nû bi rê ve bibe.

Şer û pevçûn piştî çend rojên ji aloziyan tê, bi taybet ku Hêzên Piştgiriya Bilez endamên xwe li derdora paytextê ji nû ve bi cih kirin, artêşê ev pêngav wek metirsiyekê dît.
Ne diyar e kê sibeha Şemiyê dest bi şer kir, lê tirs hene ku ev yek dikare rewşa ku jixwe bêîstiqrar e, xirabtir bike.

Fly Erbil Advertisment