Aras Fatîh strana xwe ya "Sawar" belav kir

Hunermend Aras Fatîh ku bi navê "Xepe Giyan" tê nasîn, vîdeo klîpa strana xwe ya bi navê Sawar belav kir.

Hewlêr (K24) – Hunermend Aras Fatîh ku bi navê "Xepe Giyan" tê nasîn, vîdeo klîpa strana xwe ya bi navê Sawar belav kir.

Aras Fatîh ji K24ê re ragihand: “Strana Sawar yek ji projeyên min e ku 10 sal e di bîra min de ye, beriya niha jî min vîdeo klîpên Kurdistana Min û Derjê belav kirine û Sawar strana sêyem e, di projeya min de hîn 36 stran hene.”

Hunermend Aras diyar kir: “Her stranek li ser mijareke taybet e û peyamên girîng di senaryo û stranan de hene.”

Aras eşkere kir: “Min çîroka strana Sawar, li Koye wergirt, kutandina savar ji dîrokê ve li Hewlêr û Riwandiz û Koye heye, herwiha li Silêmaniyê jî hebû, min çend şêwaz têkel kirine, çend kesên ku savar dikutandin li jiyanê mane, wan zanyarî dan min û alîkariya min kirin.”

Herwiha ji temaşevanan daxwaz dike ku bi hûrgilî klîpê temaşe bikin "çimkî hemû dîmen û gotin peyamên taybet di xwe de dihewînin, peyama herî girîng jî pêkvejiyana olî ye".