Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş li Dirbêsiyê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Rûsî û Tirkî bi pişştevaniya du helîkopteran, gereke çavdêriyê ya hevbeş a li parêzgeha Hesekê kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, îro 20ê Nîsana 2023an hêzên polîsên leşkerî yên Rûsî û hêzên Tirkiyê de gereke çavdêriyê ya hevbeş li gundên rojavayê Dirbêsiyê pêk anîn.
Gera çavdêriyê ku bi zirîpoşan her du aliyan û 2 helîkopterên Rûsî pêk hatibû, ji gundê Şêrik ê rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir û di hejmarek gundên sînorî derbasî bû û piştre ve vegeriya cihê ku ji bi rê ketiye.
Gerên çavdêriyê yên hevbeş ên Rûsî – Tirkî li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan a 22 Cotmeha sala 2019an li bajarê Soçî yê Rûsî de tên kirin ku ji bo rawestandina êrîşa Tirkiyê li ser Serê Kaniyê û Girê Sipî hatibû kirin.
Tirkiye û Rûsyayê ji destpêka Mijdara 2019an ve dest bi gerên hevbeş kirin, wek tedbîrekê ji bo şopandina cîbicîkirina bendên rêkeftina “Soçî 2019” bi taybetî mijara vekişîna şervanên HSDê 30 km ji sînorê di navbera Sûriye û Tirkiye de.