Di sê rojên cejnê de nêzîkî 7 hezar geştyaran serdana Akrê kirin
Ciwanên li navçeya Akrê, di dema serdana geştyaran de bo navçeya wan, berhemên xwe yên sirûştî û xwêmalî ji bo geştyaran amade dikin.
Akrê (K24) – Di nava sê rojên cejnê de nêzîkî 7 hezar geştyarên ji başûr û naverasta Iraqê serdana deverên geştyariyê yên Akrê kirin.
Ciwanên li navçeya Akrê, di dema serdana geştyaran de bo navçeya wan, berhemên xwe yên sirûştî û xwêmalî ji bo geştyaran amade dikin.
Xortê bi navê Şivan Şewaf ku ew jî berhemên xwe yên sirûştî difiroşe, ji Kurdistan24ê re ragihand, dema geştyar têne Akrê, derfeta kar ji bo wî û ji bo gelek ciwanên din ên deverê peyda dibe, ku ew heta serê payîzê karê xwe didomînin.
Geştyarên ku berê xwe didin havîngehên Akrê, piraniya wan ji parêzgehên başûr û naverasta Iraqê ne.
Geştyara bi navê Neda Ehmed ku ji bajarê Bexdayê hatiye, ji Kurdistan24ê re diyar kir, ew cara yekem e ku tê vê havîngehê û got: “Ev der xweş e, hewa xweş, mirovên vê derê baş in û dîmenên vê derê gelek xweş in.”
Rêveberiya Geştûguzariya Akrê diyar dike ku niha dema destpêka hatina geştyaran bo havîngehên Akrê ye û ev rêjeya tomarkirî ya hatina geştyaran, destpêkeke baş a vî werzî ye.