Malbat û Baroya Diyarbekirê daxwaza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd dikin
Yek ji pêşengê gelê Kurd Şêx Seîdê Pîranî ku 98 sal beriya niha li Diyarbekira Bakurê Kurdistanê li gel 46 hevalên xwe tê darvekirin hêj jî goristana wî winda ye.
Enqere (K24) - Yek ji pêşengê gelê Kurd Şêx Seîdê Pîranî ku 98 sal beriya niha li Diyarbekira Bakurê Kurdistanê li gel 46 hevalên xwe tê darvekirin hêj jî goristana wî winda ye. Lê belê kesûkarên wî û Baroya Diyarbekirê ji bo ku gora Şêx Seîd bê dîtin doz vekiriye û dibêjin heta ku encamekê wernegirin dev ji dozê bernadin
Nevî, kesûkar û xizmên pêşengê Kurd Şêx Seîdê Pîranî ku di 29ê Hezîrana 1925an de ji aliyê deshilata wê demê ve tê darvekirin ji bo ku cihê gora wî bê dîtin ev bi salane serî li hemû rêyan didin.
Herî dawî neviyên Şêx Seîd serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê didin lê belê encameke erênî bidest naxin. Ji ber vê çendê ji aliyê Serokatiya Weqfa Şêx Seîd û Baroya Diyarbekirê li dijî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê doz hate vekirin.
Yekem doza ku li Enqerê 5emîn dadgeha îdarî hate dîtin de hemû kesûkar û malbata Şêx Seîd amade bûn. Neviyê Şêx Seîd û Serokê Weqfa Şêx Seîd Mehmet Qasim Firat da zanîn ku wan serî li hemû wezaretan daye û heta ku wesiyeta Şêx Seîd bicîh tînin dê têbikoşin.
Mehmet Qasim Firat ji K24ê re diyar kir: “2009 wir de serî li parlementoyê kirine, serî li Wezareta Edaletê kirine ji serokwezirtiyê me malûmat xwastiye çi kesê bersiva me nedaye. Wesiyeta Şêx Seîd Efendî heye dibêje ku bila neviyên min zarokên min li ser min mexber çêbikin û li me xwedî derbikevin, serê wan bila bilind be. Em jî ser vê esasê dava cenazeyê xwe dikin. Ewa meseleyekî wicdanî ye olî ye netewî ye.”
Derbarê doza ku yekem car hate dîtin de dadgeh heta 15 rojan dê biryara xwe ragihîne. Parêzerên ku dozê dişopînin jî dibêjin heta encamekê ji vê dozê werbigrin ew ê dozê bidomînin
Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren ji K24ê re ragihand: “Li gorî zagon û makezagona Tirkiyê, peymanên navneteweyî, zagonên navneteweyî mafê malbata wî heye ku cihê kesên malbata wan hatibin kuştin ku destê dewletê hatibe îdamkirin gerek dewlet vê cenazeyê teslîmê malbata wî bike. Emê serî li dadgeah makezagon ya Tirkiyê bidin dema ku ji vê jî biryarek dernekeve ku ev mafekî mirovan e mafê malbatê ye emê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.”
Şêx Seîdê Pîranî rêberê şoreşa Kurdan a li Bakurê Kurdistanê ya di sala 1925an de bû ku piştî têkçûna şoreşê, ew û 46 hevalên xwe li Diyarbekirê hatibûn darvekirin.
98 sal beriya niha Şêx Seîdê Pîranî û 46 hevalên wî ji aliyê komara Tirkiyê ve tên darvekirin û goristanên wan tê windakirin, lê belê ev bi dehan salane kesûkarên Şêx Seîd bi rêyên dadgehî hewl didin ku gora Şêx Seîd bê dîtin.