Cezayîrê 22 sûrî û 16 filistînî ji Sûdanê derxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber şer û pevçûnên li Sûdanê, Cezayir 22 welatiyên sûrî û 16 filistîniyan ji wî welatî derxistin.
Serokatiya Cezayîrê di daxuyaniya de ragihand, li ser bi biryara Serokê Cezayîrê Ebdulmecîd Tibûn, duhî sêşemê 16 welatiyên filistînî û 22 welatiyên sûrî ji Sûdanê hatin derxistin.
Di vê derbarê de, Balyozê Dewleta Felestînê li Cezayîrê Fayîz Ebû Eyta pesnê biryara Serokê Cezayîrê Ebdulmecîd Tibûn da ku alîkariya welatê wî kiriye û du malbatên filistînî ku ji 16 kesan pêk tê, ji Xirtûmê derxistine.
Ji aliyekî din ve jî, Tibûn pêşwazî li Balyozê Sûriyê li Cezayîrê Nimir Wehîb Al-Xanim kir ku wî jî spasiya Serokê Cezayîrê ji bo derxistina 22 welatiyên sûrî ji Sûdanê kir.
Roja 15ê Nîsana 2023an, li Xertûma paytexta Sûdanê û çendîn bajarên din, di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez de şer û pevçûn dest pê kirin.
Li gor amarên herî dawî, heta niha nêzîkî 450 kes li navçeyên cuda cuda yên Sûdanê hatine kuştin, lê belê rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî tekezî li ser wê yekê dikin ku rewşa mirovî ya li Sûdanê xirab e û hejmara qurbaniyan jî ji vê hejmara ragihandî, zêdetir e.