Kurdên dîasporayê Encûmena Hevahengiyê ava bikin
Almanya (K24) – Kongreya avakirin û hilbijartina Encûmena Hevahengiyê ya Federasyonên Kurd ên li Dîasporayê li bajarê Hamminkeln ê Almanyayê tê lidarxistin û biryar e 3 rojan berdewam bibe. Nûnerên Federasyona Kurdan a Belçîka, Fransa, Almanya û Swîsreyê û her wiha Kurdên ji Urdun, Filistîn, Kanada û gelek welatên din jî beşdarî konferansê bûne.
Nûnerên zêdetir ji heşt federasyon û komeleyên kurdî yên li dîasporayê, bi taybetî yên ku li Ewropayê dijîn û nûnerên kurdên Urdun û Felestînê û ji hemû beşên Kurdistanê û rêxistinên din ên mêvan di Kongreya avakirin û hilbijartina Encûmena Hevahengiya Federasyonên Kurd ên li Dîasporayê li bajarê Hamminkelnê beşdar bûn.
Zêdetirî du salan e kar li ser rêkxistin û cîbicîkirina bernameyeke bi vî rengî ji bo revenda Kurdistanê tê kirin, biyar e jî Encûmena Hevahengiyê di navbera hemû rêxistinên beşdar de, were hilbijartin.
Ji bilî guftûgokirina çawaniya rêkxistin û hevkarîkirina revenda kurd û hewlên avakirina lobiyeke kurdî li derve, pêşkeftina di navbera hemû çînên revenda kurdî de jî hate gotûbêjkirin, ji wan jî mijarên girêdayî ziman, zarok û jinan in.
Yek ji xalên herî girîng ku di axaftinên hemû beşdaran de hat behskirin ew bû, gelek federasyon û navendên revenda kurdistanî li derve hene û tevî ku ti pirsgirêkên wan wek hev re nînin, lê bi hev re kar jî nakin.