Li Efrînê komelgeheke din a nişticihbûnê ji Erebên hawirde re hat avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya berdewamiya guhartina demografiya Herêma Efrînê de, komelgeheke din a niştecîkirinê ji bo Erebên hawirde hat avakirin.
Çalakvanên Efrînê belav kirin, plana guhertina demografî û bidawîkirina hebûna Kurdan li Efrînê berdewam e, Desteya Giştî ya Alîkarî û Geşepêdanê “Unsur” duhî komlegeha niştecihbûnê (El-Emal 2) li gundewarê Efrînê vekir.
Li gorî zanyariyan, ev komelgeh li navçeya Şera di navbera gundên Elkê û Kefer Romê de hatiye kirin. Di vê projeyê de, 500 mal, 2 dibistan û park, mizgeftek û peymangeheke fêrkirina Quranê hatine avakirin.
Li gorî çalakvanên Efrînê, ev proje dikeve çarçoveya plana guherîna demografî Herêma Efrînê ku ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di Adara 2018an de berdewam e.
Li gorî zanyariyan, 18 komelgehên niştecihbûnê li bajarê Efrînê û derdora wê hatine belavkirin û ev komelgeh bi rêya rêxistina (AFAD) ya Tirkî û bi piştevaniya darayî ya Qeter û Kuweytê û rêxistinên Filistînî hatine avakirin:
Li bajarê Efrînê: Di navbera gundên Marat û Kefrşîl de komelgeheke niştecihbûnê ya 100 xaniyan pêk tê, tê avakirin.
Li navçeya Şêrawa: 2 komelgehên niştecihbûnê hene, ya yekem li nêzîkî gundê Basûfanê ye ku tê de 225 xanî hene, ya duyem jî li nêzîkî goristana Kurdên Êzidî li gundê Şadirê ye.
Li navçeya Şera: 3 komelgehên niştecihbûnê hene, ya yekem li gundê Baflûnê yê Êzidiyan e û ji 100 xaniyan pêk tê ku di bin çavdêriya rasterast a Tirkiyê û fînansekirina Qeterê de hatiye avakirin. Ya duyemîn jî li nêzî gundê Berava ye û 125 xaniyan pêk tê. Ya sêyem jî li nêzî gundê Metîna ye, lê karên avakirinê niha hatine rawestandin.
Li navçeya Bilbilê: 3 komelgehên niştecihbûnê hene, ya yekem li gundê Xilalka ye û ji 135 xaniyan pêk tê. Ya duyemîn jî li nêzî gundê Qestelê Xidiriya ye û 135 xanî jî tê de hene. Her wiha ya sêyem û ya herî mezin jî li gundê Qestelê Meqdad e û 250 xaniyan pêk.
Li navçeya Rajo: 2 komelgehên niştecîbûnê hene, ya yekem li gundê Meydan Ekbes ye û ew 225 xaniyan pêk tê. Ya duyemîn jî li nêzî gundê Etmana ye û ji 100 xaniyan pêk tê.
Li navçeya Cindirêsê: 4 komelgehên niştecihbûnê hene ku 2 ji wan li çiyayê Qêziqlî ne û bi navê gundê Besme ye û ji 247 xaniyan pêk tê. Ya sêyem li nêzîkî gundê Tetera ye û 100 xaniyan pêk tê. Ya çaremîn jî, li nêzîkî gundê Til Silûrê ye û ji 200 xaniyan pêk tê.
Li navçeya Şiyê: 3 komelgehên niştecihbûnê hene ku yek ji wan li bakurê bajêr li ser rêya gundê Qermitliqê ye û ji 200 xaniyan pêk tê. 2 komelgehên din jî li gundê Qermitliqê û Deşta Sorikê ne, lê karên avakirinê li wan hatine rawestandin.