Mihemed Hacî Mehmûd: Divê ji bo cîbicîkirina peyama Serok Barzanî gav biavêjin

Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ragihand, peyama Serok Barzanî girîng e.

Hewlêr (K24) – Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ragihand, peyama Serok Barzanî girîng e. Herwiha merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî wek rojeke dîrokî ji bo Kurdistanê bi nav kir.

Li ser girîngiya peyama Serok Barzanî, Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ji Kurdistan24ê re ragihand, peyama Serok Barzanî girîng e û cîbicîkirina wê jî girîng e. Herwiha destnîşan kir, peyam giştgîr bû, bi awayekî ku hemû mijaran xiste rû û nêrîna xwe jî li ser vê mijarê nîşan da.

Mihemed Hacî Mehmûd li ser vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî ragihand, îro ji bo Kurdistanê rojeke dîrokî ye. Avakirina yadgehên bi vî rengî girîng e ji bo nîşandana xebat û qurbanîdan û têkoşîna Barzanî ji bo rizgarkirina gelê xwe.

Serok Mesûd Barzanî di gotara xwe ya merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de ji aliyên siyasî yên Kurd daxwaz kir, ji bo dîtina çareseriya kêşeyên navçeyê, beriya 18ê vê mehê, civîneke mezin saz bikin.

Fly Erbil Advertisment