Sîrwan Barzanî: Yadgeha Niştimanî ya Barzanî ji bo serdana mêvanan tê vekirin

Hewlêr (K24) – Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Sîrwan Barzanî ragihand, bîrokeya avakirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî di sala 2005an de biryar li ser hat dayîn û dest bi pêngavên avakirin û cîbicîkirinê hat kirin.

Sîrwan Barzanî ji Kurdistan24ê re ragihand, Yadgeha Niştimanî ya Barzanî çendîn yadgarên Barzaniyê Nemir li xwe digre, ji wan; wêneyên wî yên li gor qonaxên temen û xebat û têkoşîna wî, herwiha ligel çek û eşyayên wî yên taybet, bo nimûne demançeya wî ku ya serdema Komara Kurdistanê ya li Mehabadê ye.

Herwiha behsa wê yekê jî kir, Hevjîna Mela Mistefa Barzaniyê Nemir roleke mezin lîstiye di parastina arşîva wî de, tevî ku bi awayekî berdewam cihên xwe guhertine û awareyî welatan bûne, lê derfeta jinavçûna wê arşîvê û kelûpelên wî di ti rewşê de nedaye ti kesî û parastine.

Sîrwan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku Yadgeha Niştimanî ya Barzanî di rojên bê de were berfirehkirin, bi taybetî hewl tê dayîn medalyayeke navdewletî ku li ser Barzanî were dirustkirin û bidin wan kesan ku di warê mafên mirov û jinan û warên din de xizmeta mirovahiyê dikin.