Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê dike

Wezareta Petrolê ya Iraqê eşkere kir, roja şemiya bê, hinardekirina petrolê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê ve dest pê dike.

Hewlêr (K24) – Wezareta Petrolê ya Iraqê eşkere kir, roja şemiya bê, hinardekirina petrolê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê ve dest pê dike.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Petrolê ya Iraqê eşkere kir, Kompaniya Somo, Kompaniya Botaş a Tirkiyê agahdar kiriye ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê di roja 13ê Gulanê de.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî destnîşan kiriye, Kompaniya Somo, Kompaniya Botaşê agahdar kiriye ku proseya hinardekirin û barkirina petrolê di roja 13ê Gulana 2023an de dest pê dike.

Herwiha eşkere kiriye, îmzekirina girêbestan ligel kompaniyên navdewletî temam bûye bi rêya wê mekanîzmaya ku Kompaniya Somo pişta xwe pê girê dide ji bo firotina petrola xav bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê ve.

Roja Sêşemê 4ê Nîsana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kiribû û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hatibû pêşwazîkirin, piştre bi amadebûna herdu serokwezîran, di merasîmekê de rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî hevbeş, di navbera herdu hikûmetên Herêm û Federal de hatibû îmzekirin.