Med-Der li ofîsa hilbijartinan a YSPê çalakiya Cejna Zimanê Kurdî li dar xist

Bi nêzîkbûna 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî re, çalakî û daxuyaniyên li ser zimanê Kurdî jî tên lidarxistin.

Diyarbekir (K24) - Bi nêzîkbûna 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî re, çalakî û daxuyaniyên li ser zimanê Kurdî jî tên lidarxistin. Komeleya Çand û Ziman a Mezopotamyayê (Med Der) li Nivîsîngeha Namzetên Partiya Kesk a Çep YSPê ya li nav Sûrên Diyarbekirê çalakiya ziman lidar xist û namzetên YSPê ragihandin ku dê ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê li qada siyasî kar û xebatan bikin.

Med-Derê li Diyarbekirê li ser cejna zimanê Kurdî û plansaziyên ku ji bo pişaftina zimanê Kurdî tên meşandin daxuyaniyekî belav kir û li ser navê Komeleyê Dîlan Guvenç, balê kişand ku dagerkerên Kurdistanê, di polîtîqayên xwe de; entergrasyon û pişavtinê kirine wek polîtîqayên bingehîn.

Namzedên YSPê yên Jin jî bal kişandin ku li Tirkiyê, plansaziya Şark Islahatê de, pişaftina zimanê Kurdî wek armanc û pişaftina jinên Kurd jî wek rêbazeke serekî û bingehîn a pişaftinê hatiye danîn û di rewşa niha de jî xuya dibe ku ew plan heta asteke xeternaq biserketiye.

Namzeda YSPê ya Diyarbekirê Sorgul Aytek Avşar ji K24ê re diyar kir: “Bi rastî me di destpêkê de, dest bi tevdîrên pişaftinê nekiribû ku niha zarokeke min perwerdehiya dengbêjî, yek jî perwerdehiya Kurdî dibîne. Ji ber ku min kar dikir, kedkareke me hebû li zaroka dinihêrt û wê wan bi wan re bi Tirkî pêwendî dadianî. Lê me jinû ve dest bi bergiriyên pişaftinê kir û ev hişmendî jî 2 sal e bi min re çêbû. Heta ku kum in plana Şark Islahatê nexwendibû, ez bi vê xeteriyê hişyar nebûm. Lê niha dizanim ku ew planekî pir mezin û xeternaqe û loma jî divê em jin jinûve li xwe mikûr bibin û bi derdora xwe û zarokên xwe re bi Kurdî pêwendî deynin û têkoşîna Kurdî bidin.”

Dayîkên beşdarî çalakiyêbûn jî, ragihandin k udi nav pergalê de, êdî ew bi destên xwe û bi dengên xwe zarokên xwe dikin bin pişaftinê û lê divê her dayîkeke Kurd, li vê kêmasî û xeletiya xwe mikûr bibe.

Beşdara çalakiya ziman Hanîfe Kardaş ji K24ê re diyar kir: “Sûcê me dayîk û bavan heye ku me zarokên xwe asimile kiriye. Me ji serî de, bi zimanê xwe, bi Kurdî bi zarokên xwe re pêwendî dananiye û piştre jî, jixwe ew wê rexneyê li me dikin û dibêjin, we bi me re bi Kurdî bipeyîviya em jî niha bi Kurdî dizanibûn. Ew jî kêmasiya me ye, lê ji îro pêve em dixwazin ku tu dayîk û bav êdî nekevin wê xeletî û kêmasiyê û bi zarokên xwe re bi Kurdî bipeyîvin.”

Îsal çalakiya 15 Gulanê ya cejna Zimanê Kurdî, ji aliyê Med-Derê ve ji aliyê jinan ve hat kirin û hat daxuyandin ku yên ku welatê Kurdistanê dagirkirine mebesta wan ya serekî pişaftina Kurdî buye û divê hemû dayîk li zimanê dayîkê xwedî derbikevin da ku zarok û nifşên nû neyên pişaftin. 

Fly Erbil Advertisment