Zelensky gihîşte Erebistana Siûdî

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ji bo beşdarbûna Lûtkeya Komkara Erebî, gihîşte bajarê Cidde yê Erebistana Siûdî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ji bo beşdarbûna Lûtkeya Komkara Erebî, gihîşte bajarê Cidde yê Erebistana Siûdî.

Volodimir Zelensky li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand: “Di Lûtkeya Komkara Erebî de ez ê gotarekê pêşkêş bikim, piştre ez ê ligel Şahzade Mihemed bin Selman bicivim, ji bilî wê, ez ê civîbên din jî encam bidim.”

Zelensky diyar kiriye: “Serdana min a bo Erebistana Siûdî, ji bo bihêzkirina pêwendiyên Ukraynayê yên ligel cîhana Erebî ye.”

Herwiha dibêje: “Girtiyên siyasî yên li herêma Kirimê, hevahengiya di warê enerjiyê de û pirsa aştiyê, mijarên gotûbêjên me ne.”

Lûtkeya 32emîn a Komkara Erebî li bajarê Cidde yê Erebistana Siûdî bi amadebûna hemû endamên komkarê birêve diçe.

Li gor zanyariyên medyaya Amerîkayê, Zelensky piştî temambûna lûtkeyê, diçe Japonyayê û beşdarî civîna G7 dibe.