Serokwezîr Mesrûr Barzanî mizgîniyek da xelkê Akrê
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotareke xwe de li navçeya Akrê ragihand, di demeke nêz de du zanîngeh li Akrê û Germiyanê têne damezrandin, da ku xizmetên gelek mezin ji xelkê wan navçeyan re bigihin.
Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Xwişk û birayên hêja, amadebûyên qedirgiran, spas bo amadebûna we
Ez xwe gelek bextewer dizanim ku ev derfete hatiye pêş, bêm û di xizmeta we de bim.
Min dixwest zûtir bêm, em di hatina xwe ya vê derê de hinek dereng ketin, her çende em beriya niha hatine vê derê, lê belê min xwest ez bêm hinek destkeftên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel we em behs bikin û ne tenê soz bidin. Em hatin ku em behsa wan projeyan bikin ku hatine encamdan û ew projeyên ku li ber dest in û di dahatû de em ê encam bidin.
Beriya ku ez bêm ser daxwaz û projeyên herdu qezayên Akrê û Berdereş, du babetên giştî hene, min dixwest amaje pê bidim. Ew jî, pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Hikûmeta Federal a Bexdayê, ku em gihîştine çi qonaxekê, ya duyem jî; rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê. Hinek xal hene, ez dixwazim bi kurtî amaje pê bidim.
Me ligel Hikûmeta Iraqê gelek hewl da li ser pirsa petrolê, budce û kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ligel hikûmeta niha ya Iraqê bi serokatiya Miheemd Şiya Sûdanî bigihin rêkeftinekê. Me hemû berpirsyariyên li ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine, her erkekî ku ketiye ser milê Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêmê û xelkê wê bi zêdeyî bi cih gihandine û em çaverê dikin Hikûmeta Federal sozên xwe bi cih bîne û rola xwe bilîze, da ku ev rêkeftin bi temamî were cîbicîkirin. Em bawer in cîbicîkirina rêkeftinê, xizmetê tenê bi Herêma Kurdistanê nagihîne, di heman demê de deriyê xêrê ji bo hemû Iraqê vedike. Em çaverê ne, projeyasaya budceya Iraqê bê cîbicîkirin, ku ew jî ji aliyê aborî ve deriyekî din ê xêrê ji bo Iraqê vedike.
Her çende di vê maweyê de gelek fişarên aborî li ser Herêma Kurdistanê hebûn, hûn bi xwe jî dizanin nêzîkî du meh in, em petrola Herêmê hinardeyî derve nakin, lê belê tevî wê yekê jî, me nehişt ku encamdana projeyan li Herêma Kurdistanê rawestin û mûçeyên fermanberên Herêmê jî tevî derengketina wan, me dane û berpirsyariya li ser milê Hikeûmeta Herêma Kurdistanê ye ku mûçeyên fermanberan û mûçexuran dabeş bike. Em li bendê ne ku Hikûmeta Iraqê bêyî ciyawazî, ew berpirsyariyên ku dikeve ser milê hikûmeta federal li hember maf û şayisteyên darayî yên Herêma kurdistanê cîbicî bike.
Derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê de, weke we dît Cenabê Serok Barzanî di birêveçûna merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de li Barzan, bangewaziyek arasteyî hemû xelkê Kurdistanê, da ku derî û rûpeleke nû vekin û li ber xatirê aştiya niştimanî û berjewendiya giştî ya xelkê Herêma Kurdistanê, kêşe û giriftan çareser bikin û hemû bi hev re hewl bidin ku xizmeta xelkê Herêma Kurdistanê bikin. Ez hêvîdar im, hemû alî vê bangewaziyê weke xwe werbigrin û xizmetkirina xelkê Kurdistanê û berjewendiyên ax û welatê me bixin pêş berjewendiya hizbî û kesî.
Ewê li ser milê me bû weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me cîbicî kiriye, me gavên baş avêtine. Hûn bi xwe jî dizanin demek beriya niha hejmarek kêşe û girift di nav kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hebûn, endamên hikûmetê, wezîran û birayên me yên YNKê beşdarî civînan nebûn, lê belê piştî destpêşxeriya Serok Barzanî û encamdana hejmarek civînan ligel wan (tîma YNKê), hefteya borî civîna Encûmena Wezîran bi amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hemû wezîrên YNKê birêve çû, em hêvîdar in civîn berdewam bin, da ku zêdetir kar li ser xizmetkirina xelkê Herêma Kurdistanê bikin û eger kêşeyên hizbî û siyasî jî hebin, ew kêşe li ser asta hizbî û di nav partiyan de werin çareserkirin, lê belê hikûmet weke hikûmeteke xizmetguzariyê, nekeve nav vê milmilaniya hizbî.
Îro we jî dît ku parlamento biryara wê yekê da ku hilbijartin were kirin bi rêya aktîvkirina Encûmena Komîsyona Bilind a Hilbijartinan. Ez destxweşiyê li endamên parlamentoyê dikim ji bo wergirtina vê biryara girîng, çimkî bi rastî rewatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê dostên navxwe û derve dikeve jêr pirsyarê ku gelo baweriya xelkê Kurdistanê bi demokrasî û proseya hilbijartinan heye an na? Eger arîşe jî hebin, ew arîşe têne çareserkirin, lê belê ti tiştekî nabe rêgir be ku hilbijartin neyê kirin, ji ber vê yekê ew biryara ku hat derkirin, piştrastkirinek e ku xelkê Kurdistanê baweriya wan bi proseya demokrasiyê û hilbijartinan heye û em hêvîdar in di dema xwe de di dawiya îsal de ew hilbijartin were kirin.
Derbarê rewşa herdu qezayên Akrê û Berdereşê de, ez xweşhal im ku min hinek hejmar û data guhdarî kirin, beriya niha jî ji min re gotin ku çend proje li vir hatine encamdan, cihê destxweşiyê ye. Ez dizanim xelkê vê deverê hêjayî wê yekê ye ku xizmetên gelek zêdetir werin kirin, em hemû şahid in di şerê bergirîkirina rewatiyê û di şerê terorîzmê de çend ji xelkê vê deverê şehîd bûn, bergirîkirina axa Kurdistanê erkê me hemûyan e, lê belê rola vê deverê di bergirîkirina Kurdistanê de, li hemû qeza û nahiye û parêzgehên Kurdistanê, cihê teqdîrê ye û em serê rêz û newaziş ji bo malbatên serbilind ên şehîdan ditewînin û em destxweşiyê li Pêşmergeyên qehreman û xelkê qehreman ê vê deverê dikin.
Heqê we ye her çiqas xizmeta we bê kirin, lê belê ez dixwazim bi eşkere behsa wê yekê bikim ku beşek ji wan kêşeyên ku heta niha li gor pêwîst xizmet nehatiye kirin, tunebûna derfetan bû, weke pêwîst ew şiyana me tunebû, dibe ku em bê şans jî bûbin, dema me kabîne wergirt, mixabin nexweşiya Koronayê hemû Kurdistan û hemû dinyayê girt. Ji aliyekî din ve nirxê petrolê gelek gelek daket û liv û tevgera bazirganiyê li Kurdistanê teqrîben nema, Hikûmeta Federal jî budceya Herêmê birrî ku hîn jî ev mesele çareser nebûye.
Van babetên aboriyê, fişareke mezin xiste ser me, wisa kir ku me nekarî bi wî awayê ku divê xizmeta Kurdistanê bi awayekî giştî bikin. Her çende ev dever beriya niha jî mixabin xizmetguzariyeke dadperwerane bi şêweyekî rêjeyî li ser asta Kurdistanê jê re nehatiye kirin. Gelek caran girîngî bi deverên din hatiye dayîn, lê belê ev dever weke pêwîst girîngî pê nehatiye dayîn, me hewl da bi vê şiyana ku heye, em hinek wan xizmetguzariyan qerebû bikin ku ji bo vê deverê nehatiye encamdan, loma em ligel cenabê parêzgar û berpirsên hikûmetê gelek çûn nav vê mijarê, da ku em bizanin çi pêwîst e ku ji bo xelkê vê deverê were kirin, ew projeyên stratejîk û girîng ku li ser daxwaza xelkê deverê bi xwe bûne, em seyr bikin bizanin em dikarin çi bikin ji bo cîbicî bikin.
Ez kêfxweş im ku di van du sê salên borî de xizmeteke berçav hatiye kirin, hîn jî di asta daxwaza me de nîne û di asta xizmetkirina we de jî nîne, lê belê çi qas ji destê me bê, her dema ku şiyana me ya zêdetir bi destê me be, bawer bikin em ê girîngiya zêdetir bi we û bi navçeyê giştî bidin.
Ez naxwazim biçim ser hinek mijarên dîrokî yên vê deverê ku çiqas kevn e û ji aliyê dîrokî ve cihê girîngiya navxwe û derveyî Kurdistanê ye, lê belê ez dixwazim niha behsa herdu qezayan bikim ku xelkê me ji aliyê hejmara nişteciyên herdu qezayan ve gelek zêde bûye, pêwîstiyên wan ji gelek aliyan ve zêde bûne, yek ji sedemên ku rastiya wê hinek serdana min paş xist, ew bû ku ew projeya avê ya ji bo Akrê tê kirin, temam bibe û piştre em bên vê derê, lê belê mixabin diyar e heta niha temam nebûye, ew jî kompaniya ku girêbesta wê ligel hikûmetê heye, pabendiyên xwe cîbicî nekir, loma me agahdariya dawî daye kompaniyê, ku eger ev projeya avê neyê cîbicîkirin, em ê hinek biryarên din werbigrin.
Li vir hinek babetên din hene, beriya ku ez biçim nav projeyan, ez dixwazim bi awayekî giştî behs bikim, ev navçe wek hemû navçeyên din ên Kurdistanê, cihê pêkvejiyana olî û netewî ye, li vê navçeyê jî xelkê bawermend çi bi dînê Îslamê, yan dînê Mesîhî yan Êzidî, pêşkvejiyana wan a aştiyane heye di navbera miletî de, cihê teqdîr û pêzanînê ye, dizanim hinek kêşeyên zevî û gundan hene ku kêşeyên yasayî ne, hez nakim wisa bête lêkdan ku weke ku hikûmet pişta dînekî ye, mezhebekî ye, neteweyekê ye li dijî neteweyeke din, ji bo me pîvana hikumraniyê, dadperwerî ye, em pişta dadperweriyê digrin, heq li cem kê be, em pişta heq digirin. Loma ez hez dikim dilniyayiyê bidim hemû xwişk û birayên me, çi Mesîhî bin, çi Misilman bin, her kesekî ku xedir lê hatibe kirin û zeviyê wî hatibe dagirkirin û erdê wî bi neheqî hatibe dagirkirin, bi rêya yasayê ve ew zevî bo xwedî zevî û xwedî heq vedigere, girîng ew e ku divê ev pêkvejiyana olî û etnîkî ya li Kurdistanê heye, em zêdetir girîngiyê pê bidin, çimkî pêkvejiyan tiştekî ye ku ji bo bûye cihê şanaziyê li hemû dinyayê, dema behsa Kurdistanê dikin, behsa pêkvejiyana ol û neteweyan dikin.
Babeteke din ku divê girîngiyê pê bidin li vê deverê, babeta geştûguzariyê ye, çiyayên ciwan û geliyên gelek ciwan li vê navçeyê hene, lê belê mixabin gelek ji wan derfetan, me nekariye sûdê jê werbigrin, her wek min got, dibe ku beşekê ji ber bê şiyaniyê bûbe, lê beşek jî ji ber hebûna hinek grûpan, bi taybetî PKK li wan çiyayan e ku rêgir bûn di gihandina xizmetguzariyê bo hinek gundan yan vegera xelkê me bo ser gund û zeviyên xwe û girîngîdana bi wan deveran ji aliyê xizmetguzariyê ve.
Daxwaza me ew e ku rêz li yasa û desthilata rewa ya Herêma Kurdistanê were girtin, dest ji rêgiriyê berdin, dest ji tedakirina li xelkê me berdin, rê bidin hikûmet xizmetguzariyan bigihîne hemû cihan, ev rê û bernameya heye wek hikûmet dixwaze were cîbicîkirin, çimkî bêguman zêdetir mebesta me ew e ku em xizmeta xelkê xwe bikin bêyî ferq û ciyawaziya li her ciyekî be.