Cengîz Çandar: Abdullah Ocalan dê bibe xwedî statu û yasayên taybet bêne derxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) yê Diyarbekirê Cengîz Çandar derbarê nîqaşên li ser çareseriya pirsa Kurd û "proseya nû" de destnîşan kir, tevî hemû dudilî û derengketinan jî, çareseriya pirsa Kurd dê bi her awayî pêk were.
Cengîz Çandar di axaftina xwe ya bo medyaya nêzîkî partiya xwe de, bal kişand ser qeyrana kûr a li Rojhilata Navîn û got: "Şerê Îranê berdewam bike yan jî raweste, ev qeyran bi dawî nabe." Çandar Herwiha got:
"Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îran bêyî Kurdan nabin. Kurd êdî li van welatan dibin hevbeşên desthilatê."
Derbarê birêveçûna proseya aştiyê de, Çandar diyar kir ku her çend prose hêdî dimeşe jî, lê ew berdewam e û ji bo serkeftina vê proseyê gavên hiqûqî û statuyeke siyasî pêwîst in. Herwiha Çandar got: "Abdullah Ocalan dê bibe xwedî rol û statuyeke cuda. Ji bo vê proseyê divê tekez yasayên taybet bêne derxistin. Eger na, prose nabe."
Çandar herwiha bal kişand ser vegera gerîlayan û danîna çekan û got: "Kesên çekên xwe deynin, divê bikaribin vegerin. Ji bo vê yekê pêdivî bi yasayeke taybet û veguhêz heye, da ku rê li ber vegerê vebe."