Erdogan: MÎT kar ji bo lezkirina çekdanîna PKKê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand, Teşkîlata Hewalgiriyê ya Neteweyî (MÎT) ji bo lezkirina proseya çekdanîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dixebite. Herwiha Erdogan aşkere kir, amadekariyên ji bo nivîsandina destûreke nû, sivîl û rizgarker bidawî bûne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro 16ê Gulana 2026an, di dema vegera xwe ya ji Kazaxistanê de ji rojnamevanan re ragihand, di çarçoveya "proseya aştiyê" de gavên wêrek hatine avêtin û got: "Di 18 mehên borî de me pêşketineke berçav bi dest xist û em bi ser gelek astengiyên eşkere û veşartî de zal bûn."

Erdogan diyar kir ku armanca wan "Tirkiyeyeke bê teror" e û ev yek dê yekîtiya 86 mîlyon welatiyên Tirkiyeyê xurtir bike.

Erdogan bal kişand ser aliyê teknîkî û yasayî yê pêvajoyê û got: "Niha dezgeha hewalgiriyê (MÎT) ji bo lezkirina proseya çekdanîna PKKê kar dike. Herwiha Komîsyona Hevgirtin, Birayetî û Demokrasiya Niştimanî ku ji aliyê parlamentoyê ve hatibû avakirin, nexşerêyek li ser bingeha lihevkirinê amade kiriye."

Serokkomarê Tirkiyeyê bêyî ku navê kesekî bide, diyar kir ku hinek alî dixwazin astengiyan bixine pêşiya proseya aştiyê, lê ew ê bi biryardarî vê pêvajoyê bi ser bixînin.

Derbarê guhertina destûra Tirkiyeyê de, Erdogan tekez kir ku destûreke nû êdî ji dirûşman derketiye û bûye pêdiviyeke niştimanî. Herwiha got: "Amadekariyên me qediyan e. Em ê destûreke sivîl, berfireh û rizgarker pêşkêşî gel bikin ku êdî sîyaset daxwazên milet piştguh neke."

Proseya nû ya aştiyê di Cotmeha sala 2024an de bi destpêşxeriya Serokê MHPê Dewlet Bahçelî dest pê kiribû, dema ku wî bang li Abdullah Öcalan kiribû daku PKKê hilweşîne.

Di encama van geşedanan de, Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de bangeke dîrokî kir û dawîhatina stratejiya têkoşîna çekdarî ragihand. Li ser vê bangê, PKKê di 12emîn Kongreya xwe de (di navbera 4 û 5ê Gulana 2025an de) biryara dawîhatina hebûna xwe ya rêxistinî dabû.