Serokwezîrê nû yê Iraqê Elî Zeydî dest bi kar kir û bernameya hikûmeta xwe aşkere kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Elî Falih Zeydî îro 16ê Gulanê di merasîmeke taybet de, wek Serokwezîrê nû yê hikûmeta federal a Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar bi fermî dest bi karê xwe kir. Zeydî di yekemîn gotara xwe de, bernameya kar û armancên sereke yên kabîneya xwe ji raya giştî re ragihand.
Merasîma destbikarkirinê li Koşka Serokatiya Hikûmetê ya li paytext Bexdayê birêve çû. Serokwezîrê berê Mihemed Şiya Sûdanî pêşwaziya Elî Zeydî kir û erkê serokwezîriyê radestî wî kir. Li gorî protokola fermî ya Iraqê, ji bo pêşwazîkirina serokwezîrê nû, 21 guleyên topan hatin teqandin.
Elî Zeydî di gotara xwe ya ji bo gelê Iraqê de, spasiya parlamentoyê, aliyên siyasî û merciyên olî kir ku piştevaniya wî kirine. Zeydî diyar kir, qonaxa bê dê bibe qonaxa "karê rasteqîn" û wiha got: "Rêya çaksaziyê zehmet e, lê ne muhal e."
Serokwezîrê nû tekez kir ku karê wan ê herî pêşîn, dê çaksaziya aborî û darayî be, daku aboriya Iraqê bihêz bibe û tenê pişta xwe bi petrolê ve girê nedin. Di vê çarçoveyê de, ew ê giraniyê bidin ser vejandina pîşesazî, çandinî, geştiyarî û teşvîqkirina veberhênanê.
Zeydî di gotara xwe de peyameke tund da gendeliyê û got: "Em ê bi hemû hêza xwe li dijî gendeliya darayî û kargêrî bisekinin, ji ber ku gendelî li pêşiya pêşketina welat astengiya herî mezin e."
Derbarê siyaseta derve û ewlehiyê de jî, Zeydî eşkere kir ku ew ê ji bo parastina serweriya Iraqê û çespandina aramiyê kar bikin. Herwiha daxuyand , ew ê peywendiyên Iraqê yên herêmî û navdewletî li ser bingeha "rêzgirtina dualî û berjewendiyên hevpar" xurtir bikin.
Serokwezîrê Iraqê soz da ku ew ê ji bo kêmkirina rêjeya bêkariyê derfetên nû yên kar biafirînin û piştevaniya sektora taybet bikin. Herwiha got, pêşxistina sektorên tenduristî û perwerdeyê û dabînkirina xizmetguzariyên mîna elektrîk, av û rêyan, di rojeva wan a sereke de ye.
Elî Zeydî di 7ê Gulana 2026an de bernameya xwe pêşkêşî parlamentoyê kiribû. Di 14ê Gulanê de jî, kabîneya wî ya ku ji 14 wezîran pêk tê, ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve bawerî wergirtibû.