Mesrûr Barzanî: Divê pîvan û standardên cîhanî di encamdana projeyan de hebin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemê 23ê Gulana 2023an, 13emîn Pêşangeha Navdewletî ya Bînasazî û Avedankirinê ya li Hewlêrê vekir.

Hewlêr (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemê 23ê Gulana 2023an, 13emîn Pêşangeha Navdewletî ya Bînasazî û Avedankirinê ya li Hewlêrê vekir û piştre di paneleke taybet de ronahî xiste ser çendîn mijarên girêdayî proseya avakirin û bînasazî û veberhênanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ji bo vê derfetê gelek spas. Ez kêfxweş im ku me ev derfet dît ku em hinekî li ser vê yekê biaxivin. Bername û rojeva hikûmetê bernameyeke xizmetguzariyê ye, çawa em dikarin xizmeta hevwelatiyên xwe bikin da ku jiyaneke xweş ji wan re peyda bikin. Di warê avakirinê de gelek tişt hene ku divê li ber çavan bê girtin, yek ji wan jî ew e ku mirov tiştên pêwîst bide wan, lê hin tişt jî hene ku divê li ber çavan bên girtin.’’

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Bihayê cihên ku ji bo wan tên çêkirin an jî yekeyên xaniyan divê bi awayekî ku mirov jê sûdê werbigire, ku helbet gelek cureyan di xwe de dihewîne, dibe ku mirov xwedî şiyana aborî zêdetir bin û tiştên baş bixwazin, helbet vê yekê binirxînin ji bo wan. Lê li aliyê din kesên ku dahata wan zêde nîne jî hene. Di hikûmetê de bernameya me hebû ku em 20 hezar xaniyan ava bikin da ku ew kes bikarin ji bernameya hikûmetê ya ku niha îhale hatiye kirin, sûd werbigirin.”

Herwiha ragihand: “Beşeke din ji malbatên serbilind ên şehîdan, me çend bername hebûn li ser çawaniya dabînkirina yekeyên bêpere ji bo malbatên serbilind ên şehîdan, me li Duhokê, li Hewlêrê jî kir, proseya çêkirina xaniyan bo malbatên şehîdan ber bi dawiyê ve diçe. Înşallah her kes dê bibe xwediyê mal an cihê xwe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku di warê avakirinê de hin tişt hene ku divê em li ber çavan bigrin, yek ji wan jî sîmaya bajêr e, her avahî û avadaniyek li Kurdistanê divê li ber çavan be. Divê bedewiya mîmariya Kurdistanê li ber çavan bê girtin. Ya duyemîn jî qalîte ye, ji ber wê jî kêmbûna buhayê nabe li ser xercê qalîteyê be. Divê li ber çavan bê girtin, di astekê de be ku mirov pê bawer be.

Herwiha eşkere kir: “Biha diguhere li gor kîjan mirov dixwaze bibe xwediyê çi cûre avahî. Ev yek li ser hikumetê bû, me daxwaz kiriye ku plansaziyên bajaran ji nû ve bên ber çavan û di avadankirina Kurdistanê de qada kesk li ber çavan bê girtin da ku her der nebe bajarekî beton. Hin tişt hene ku divê ji bo kesên kêmendam li ber çavan bigirin da ku bi hêsanî gihêştina wan cihên hewcedar bi taybetî cihên giştî bêne kirin."

1
2
56
65
68
768
7هه