Fuat Onen: Divê siyaseta Kurd, serxwebûna Kurdistanê ji xwe re bike armanc

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê, akademîsyen û lêkolîneran di panelekê de helwesta dengderan ya di hilbijartinê de nirxandin. Akademîsyen û lêkolîneran gotin ku; partiyên siyasî yên ku daxwazên civakê li ber çavan girtine û li gorî wan daxwazan polîtîka birêve birine biser ketin. Lêkolîneran dan zanîn ku; Kurd di hilbijartinê de xwedî rêjeyeke zêde ya dengan bûn, lêbelê hîç behsa mafên Kurdan yên neteweyî nehat kirin.

Li Diyarbekirê ji aliyê Weqa Îsmaîl Beşîkçî ve derbarê helwesta dengderan de panelek hat lidarxistin. Akademîsyen, lêkolîner û rojnamegeran derbarê helwesta dengderan de gotar pêşkêş kirin. Hejmareke nivîskar, lêkolîner û rewşenbîrên ku beşdarî panelê bûn derbarê Kurd, Kurdistan û helwesta Kurdan de têbiniyên xwe anîn zimên. Lêkolîner û rojnameger Osman Sert got; opozîsyonê nekarî derfetên baş bikarbînin, li beramberî vê yekê desthilatê daxwazên civakî baş destnîşan kirin û bi vê siyasetê bi serket.

Lêkolîner û rojnameger Osman Sert ji K24ê re got: “Kandîdê ku stratejiya bangeşeyeke rast birêve bir bi serket. Erdogan rîska serneketinê dît û ji bo ku serbikeve siyaseteke bihêz birêve bir. Hemû derfetên di destê xwe de bikaranî. Muxalefê jî got, em hemû bi hev re ne û dê Erdogan sernekeve. Lê risk li ber çavan negirt. Dengdêrên Kurd jî wekî ku bê serok û rêber bûn û bêxwedî man. Beşek ji wan neçûn ser sindoqê.”

Di panelê de axaftvanan gotin ku, li ser diyarkirina helwesta dengderan gelek sedemên ji hevdû cûda hene lê belê, rewşa abûrî, ewlehî û pêbaweriya kandîdan sedemên sereke ne. Nivîskar û rewşenbîrên Kurd daxwaz kirin ku wekî dengdêr kurd ji civaka Tirkiyeyê cûdatir bêne nirxandin. Nivîskar Fuat Onen got; di hilbijartinan de bo Kurdan ti sûdeke nebû û divê Kurd êdî li ser xeta Kurdistanî siyasetê bikin û mafên xwe yên neteweyî bînin zimên.

Nivîskar Fuat Onen got: “Divê siyaseta Kurd, serxwebûna Kurdistanê ji xwe re bike armanc. Ji bo ku miletek bibe kirde, di serdema modernîteyê de divê bibe dewlet. Heger tu ne dewlet bî tu nabî kirdeyeke siyasî; tu dibî sibjeltek siyasî. Ji bona ku em nebûn amûreke siyasî divê serxwebûn, dewletbûn û yekitiya Kurdistanê ji xwe re wekî armanç diyar bikin.”

Di panelê de hat gotin ku; piştî hilbijartinê hemû partiyên siyasî peyama ku dengderan dane wan dinirxînin û ji bo ku hilbijartineke din de bi serbikevin ji niha ve dest bi amadekariyên kirine.

Akademîsyen û lêkolîner dibêjin, ew partiyên siyasî yên ku hêvî û daxwazên civakê li ber çavan girtine biserketinê lêbelê yên ku hêvî û daxwazên civakê piştgûh kirine bi serneketine. Li gorî akademîsyen û lêkolîneran, bêyî ku daxwazên civakê li ber çavan bêne girtin di siyasetê de ti kes biser nakeve.”

Fly Erbil Advertisment