Leşkerekî Rûsî li bakurê Helebê hat kuştin û 4 leşkerî birîndar bûn

Otomobîla leşkerî ya Rûsî
Otomobîla leşkerî ya Rûsî

Navenda Nûçeyan (K24) – Otomobîleke Leşkerî ya Rûsî li bakurê Helebê hat armanckirin û di encamê de leşkerekî Rûsî hat kuştin û hejmarek leşker jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, otomobîleke leşkerî ya Rûsî li ser riya Um El-Hoş û Hirbil de ber bi topbarana artêşa Tirkiyê ket û di encamê de leşkerî Rûsî hat kuştin û 4 leşkerên din birîndar bûn.

Jêderekî xwecihî ji “North Press” re ragihand, leşkerên Rûsî yên birîndar ji bo nexweşxaneya “Avrîn” a li gundewarê Helebê hatin veguhestin, piştre jî bo nexweşxaneyeke din hatin veguhestin û rewşa birînên wan nehat zanîn.

Ev yek di demekê de ye, medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve belav kir, artêşa Tirkiyê û çeteyên ser bi wê ve, ji şeva borî ve gundên derdora Til Rifat, herêma Şehbayê û bakurê Helebê didin ber topan û zêdetir ji 60 topî li navçeyan ketine.

Wezareta Bergevaniyê ya Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de di diyar kir, di encama topbarankirinê de 12 şervanên YPGê canê xwe ji dest dane.

 

Fly Erbil Advertisment