Serokomariya Tirkiyê red dike ku xizmekî Hakan Fîdan di nava PKKê de be

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Rûbirûbûna Agahiyên Nerast a Serokomariya Tirkiyê red dike ku gerîlayê PKKê yê bi nasnavê “Egîd Zîlan” biraziyê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan be.
Navenda Rûbirûbûna Agahiyên Nerast a Serokomariya Tirkiyê di hejmara xwe ya 76emîn de li ser îddiaya “gerîlayê PKKyê Egîd Zîlan biraziyê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan e ragihand, “Biraziyekî wiha yê Hakan Fîdan nîne.
Her wiha got jî, divê bawerî bi agahiyên nerast ên rêxistinên terorê neyê kirin.”
Medyaya PKKê di sala 2018ê de vîdyoya gerîlayê PKKê “Egîd Zîlan” belav kiribû û di wê vîdyoyê de Egîd Zîlan digot, bapîrê wî û bavê Hakan Fîdan birayên hev in.