Mesrûr Barzanî serdana rêveberiyeke giştî ya Hewlêrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Rêveberiya Giştî ya Kar û Ewlehiya Civakî ya Hewlêrê kir.

Ofîsa Serokê Hikûmetê îro 14ê Hezîrana 2023an ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro serdana Rêveberiya Giştî ya Kar û Ewlehiya Civakî li Hewlêrê bike û proseya çaksazî û birêxistinkirina karûbarên ewlekariya civakî û dîjîtalkirina arşîva wê dinirxîne.