Mesrûr Barzanî: Bernameya hikûmetê ew e hemû xebatkarên sektora taybet di ewlehiya civakî de bên tomarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Rêveberiya Giştî ya Kar û Ewlehiya Civakî ya Hewlêrê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 14ê Hezîrana 2023AN serdana Rêveberiya Giştî ya Kar û Ewlehiya Civakî li Hewlêrê kir û ligel Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kiwêstan Mihemed, serdana beşên curbicur yên vê rêveberiyê kir, ji bo ku ji nêzîk ve çavdêriya piroseya çaksaziyê û birêkxistina karûbarên ewlehiya civakî û dîjîtalkirina arşîva Rêveberiya Giştî ya Kar û Ewlehiya Civakî bike.
Serokwezîr Mesrûr di çarçoveya serdana xwe de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, bernameya hikûmetê ew e ku hemû xebatkarên sektora taybet di ewlehiya civakî de bên tomarkirin.
Her wiha got: “Me serdana vê derê kir, da ku em bibînin ka proseya ewlekariya civakî çawa dimeşe. Ev projeyek ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir ji welatiyan re, bi taybetî karkerên di sektora taybet de kar dikin. Em dizanin ku ev dosya, ev belge hemû li cihên cihê ne û dibe ku demek dirêj bigire ku karmendek li ser van dosyayan bixebite. Armanc ew bû ku em karibin van hemû belgeyan dîjîtal bikin û karûbaran hêsan bikin, hem ji bo hikûmetê û hem jî ji bo karkeran.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir: “Bernameya hikûmetê ew e ku hemû karkarên di sektora taybet de di ewlekariya civakî de bêne tomarkirin, ev jî dê bibe sedemek mezin ji bo alîkariya hikûmetê û derfetên kar û alîkariya welatiyan bike ku berê xwe bidin sektora taybet. Ji ber ku ewlekariya civakî ji bo wan di sektora taybet de tê dabînkirin û pêwîst nake hemû jî tenê serî li sektora giştî bidin da ku di pêşerojê de mafên wan bên parastin.
Destnîşan kir jî: “Ev, bê guman, gelek alîkariya karkeran dike. Di heman demê de parên ku tên komkirin ne bac e, belkû ewlehiya civakî e, tenê ji bo garantîkirina paşeroja kesên ku di sektora taybet de dixebitin e. Ev jî dê zêdetir alîkariya başbûna aboriya Kurdistanê bike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Hêvîdar im ev proje û hemû projeyên din yên bername û rojeva vê hikûmetê di zûtirîn dem de werin cîbicîkirin, da ku em zêdetir xizmeta welatiyan bikin û ewlehiya ku xelk û xebatkar dixwazin, bidin wan.”