Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em sîstema Desteberiya Civakî rêk dixin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, em sîstema Desteberiya Civakî rêk dixin.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, em sîstema Desteberiya Civakî rêk dixin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya Twitterê diyar kir: “Em rêkxistinê di Desteberiya Civakî de dikin, da ku bibe nimûneyek ji bo hemû navçeyê.”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Sîstemeke giştgîr û berdewam ku asta xweşguzeraniya karkeran bilind dike, veberhênanê zêdetir dike, herwiha roleke wê ya mezin dibe di geşepêdana demdirêj a civakî û aborî ya Kurdistanê de.”
Îro 14ê Hezîrana 2023an Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Rêveberiya Giştî ya Kar û Desteberiya Civakî ya li Hewlêrê kir û li ser dîjîtalkirina arşîva vê rêveberiyê got: “Armanca vê yekê ew bû ku em karibin van hemû belgeyan dîjîtal bikin û karûbaran hêsan bikin, hem ji bo hikûmetê û hem jî ji bo karkeran.”
Herwiha destnîşan kir: “Ev, bêguman gelek alîkariya karkeran dike. Di heman demê de parên ku tên komkirin ne bac e, belkû ewlehiya civakî ye, tenê ji bo garantîkirina paşeroja wan kesan e ku di sektora taybet de dixebitin.”
ڕێكخستنهوه له دەستەبەری کۆمەڵایهتیدا دەکەین تا ببێته نموونەیەک بۆ هەموو ناوچەکە.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) June 14, 2023
سیستەمێکی گشتگیر و بەردەوام کە ئاستی خۆشگوزەرانی كرێكاران بەرز دەکاتەوە، وەبەرهێنان زیاتر دەکات، هەروەها ڕۆڵێکی گەورەی دەبێت لە گەشەپێدانی درێژخایەنی کۆمەڵایەتی و ئابووریی کوردستان.