Li Diyarbekirê şer li ser zeviyan derket: 8 kes hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Diyarbekirê di encama şerê li ser zeviyan de, 8 kesan canê xwe ji dest dan û çar kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, li gundê Serçelerê yê girêdayî bajarokê Bismilê di navbera du malbatan de ji bo zeviyan şer derketiye û 8 kesan canê xwe ji dest daye û 3 kes birîndar bûne.

Birîndar li nexweşxaneyê hatine rakirin û hêzên ewlehiyê li nava gund rêkarên ewlekariyê wergirtine.