Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke serbazî ya Brîtanî kir
"Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkarî û hevahengiyan bo encamdan û serxistina proseya hilbijartinan amade ye."
Hewlêr (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêşwazîkirina şandeke serbazî ya Brîtanî de tekezî li ser girîngiya parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û rêzgirtina li rêkeftinên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.
Îro Pêncşemê 15ê Hezîrana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke serbazî ya Brîtanî kir bi serokatiya Şêwirmendê Berevaniya Brîtanyayê Mareşal Samî Sampson.
Di hevdîtinê de ku Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave amade bû, li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal gotûbêj hat kirin û tekezî li ser girîngiya parastina mafên destûrî yên Herêmê û rêzgirtina li rêkeftinên navbera herdu aliyan hat kirin.
Beşeke din a gotûbêjan li ser pêwîstiya encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bû. Derbarê vê mijarê de herdu alî hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku nabe êdî proseya hilbijartinan were paşxistin û divê îsal were encamdan.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî dûpat kiriye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkarî û hevahengiyan bo encamdan û serxistina proseya hilbijartinan amade ye.
Rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê û bidawîanîna pêla dagirkirina zeviyên cotkarên Kurd ên li wan navçeyan, herwiha piştgirîkirina saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, çend aliyên din ên gotûbêjên civînê bûn.

