Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê bo K24: Hefteya bê em bi Wezareta Çavkaniyên Sirûştî diçin Tirkiyê
Hewlêr (K24) – Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê ji Kurdistan24ê re eşkere kir, hefteya bê şandeke wezareta wan bi hevbeşiya ligel Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê dikin.
Îro Pêncşemê 15ê Hezîrana 2023an, Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asim Cîhad li ser naveroka serdanê ji K24ê re ragihand, ev şand ji bo gotûbêjkirina li ser destpêkirina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê diçe Tirkiyê.
Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, ev şanda ku diçe Tirkiyê, şandeke teknîkî ye û gotûbêja yekalîker encam didin ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê.
Ev jî di demekê de ye ku piştî destbikarkirina hikûmeta nû ya Tirkiyê piştî hilbijartinên meha borî, tê çaverêkirin ku gotûbêj ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê, biçe qonaxeke din û Bexda û Enqere bigihin rêkeftina dawî ku pêştir jî hikûmeta Tirkiyê sedema destpênekirinê bi kêşeya teknîkî û pêwîstiya pişkinîna boriyên veguhestinê û bi hilbijartinan ve girê dabû.
Wezareta Petrolê ya Iraqê eşkere kiriye ku 19ê vê mehê şanda Bexda û Enqerê li ser destpêkirina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê dicive.
Di 25ê Adarê de ji ber doza di navbera Tirkiye û Iraqê de hinardekirina petrola Kurdistanê bo bendera Tirkiyê hatibû rawestandin. Lê belê piştî ku di navbera hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê de rêkeftin di derbarê petrola Kurdistanê de hate îmzekirin, tê çaverêkirin hinartina petrola Kurdistanê bi rêya xeta boriya Ceyhanê bo bendera Tirkiyê dest pê bike.
Roja Sêşemê 4ê Nîsana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kiribû û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hatibû pêşwazîkirin, piştre bi amadebûna herdu serokwezîran, di merasîmekê de rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî hevbeş, di navbera herdu hikûmetên Herêm û Federal de hatibû îmzekirin.
Li gor rêkeftinê, petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê ji aliyê kompaniya Somo ve dê were firotin û dahat wê di hesabekî taybet yê bankî de were hilgirtin, ku di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de be.