Li Brukselê grûpa atomî ya NATOyê derbarê çekên atomî de dicive

Piştî serîhildana şerê Ukrayna û Rûsyayê, cara yekem Grûpa Atomî ya li NATOyê dicive, ev civîn dê girtî be û nabe medya vê civînê bişopînin.

Bruksel (K24) – Piştî serîhildana şerê Ukrayna û Rûsyayê, cara yekem Grûpa Atomî ya li NATOyê dicive, ev civîn dê girtî be û nabe medya vê civînê bişopînin.

Ew welatên xwedî çekên atomî ne li NATOyê, di nav vê grûpê de endam in ji bilî Fransayê.

Biryar e di civînê de behsa bihêzkirina pêwendî û şêwira atomî were kirin û herwiha egera bikaranîna çekê atomî ji aliyê Rûsyayê ve li dijî Ukraynatê di civînê de tê axaftin.

Grûpa atomî ya li NATOyê di sala 1968an de hatiye damzerandin û her dema ku rewşeke neasayî û metirsîdar derkeve pêş, civîna bilez li dar dixin.

Du roj in civîna Wezîrên Berevaniyê yên NATOyê li Brukselê birêve diçe, biryar e piştî temambûna civînê daxuyaniyek were belavkirin.

Di 24ê Sibata 2022an de, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî ser axa Ukraynayê hat kirin û ji ber vê, bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan xelkê Ukraynayê jî awareyî welatên Ewropayê bûn, şer heta niha jî berdewam e.