Piştîwan Sadiq: Li Kurdistanê hem azadiya olî û hem jî azadiya peristinê heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Konferansa Kurdistan Landika Pêkvejiyana Aştiyane ye dest pê kir.
Konferans ji aliyê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî li Hewlêrê ve tê organîzekirin û hevdem e ligel Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Gotara Nefretê ye.
Di destpêka konferansê de Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Peştîwan Sadiq gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, gotara nefretê bandoreke neyînî ya mezin li ser aştî, pêkvejiyan û mirovahiyê dike û li dijî aramiya civakê ye.
Peştîwan Sadiq tekezî li wê yekê kir, li Kurdistanê hem azadiya olî û hem jî azadiya peristinê heye ku li piraniya navçeyên din ên Rojhilata Navîn nîne. Ji ber vê yekê Kurdistan wek mînaka pêkvejiyanê ji bo konferansên navneteweyî tê vexwendin.