Li Semsûrê bi hêza 4.1 erdhejek rû da
Navenda Nûçeyan (K24) – Hat ragihandin ku îro danê sibê li navçeya Çelîxanê ya Semsûrê bi hêza 4.1 erdhejek rû daye.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Karesat û Lezgîb (AFAD) hatiye dayîn, li navçeya Çelîxanê ya Semsûrê bi hêza 4.1 erdhejek rû daye.
Da zanîn jî, erdhej di demjimêr 08:21an de û 7.01 kîlometre bin erdê rû daye.
Alîkarê Parêzgarê Semsûrê Muhammet Tugay jî ragihand, heta niha ti ziyanên canî û madî nehatine tespîtkirin.