Amerîka daxwaza cezakirina bikerên êrîşa li ser Kormorê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê Tom Barrack êrîşa li ser Zeviya Kormorê ya Gazê wekî êrîşkirina li ser tevaya gelê Îraqê wesf kir û piştgiriya Waşintonê bo lêkolînên hevpar ên Hewlêr û Bexdayê ragihand.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Îraq û Sûriyeyê Tom Barrack îro Duşem, 09ê Mijdara 2026ê, peyamek li ser hesabê xwe yê platforma "X"ê belav kir û tê de êrîşa li ser Zeviya Kormorê ya Gazê bi tundî şermezar kir.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Îraq û Sûriyeyê amaje bi wê yekê jî da ku êrîşkirina li ser dezgeha Kormorê êrîşkirina li ser tevaya gelê Îraqê ye û karekê neqbûlkirî ye.
Tom Barrack eşkere jî kir ku ew bi temamî piştgiriya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, daku lêkolîneke hûr bikin û bikerên wî karî bên dîtin, lêpirsîn ligel wan bê kirin û rûbirûyî cezayê qanûnî bên kirin.
We condemn the attack on Khor Mor, which was an attack on the Iraqi people. We support Prime Minister Zaidi and the Kurdistan Regional Government in finding those responsible and holding them to account.
— Ambassador Tom Barrack (@USAMBTurkiye) November 9, 2026
Duhî Yekşem, 8ê Mijdara 2026ê, êrîşeke din a dronî li ser Zeviya Kormorê ya Gazê li nahyeya Qadirkeremê ya girêdayî qezaya Çemçemalê hat kirin. Di encama wê êrîşê de ku pişka "zeviya kevn" û taybet bo berhemanîna gaza malan (LPG) hatibû armancgirtin, şewateka mezin di nav wê zeviyê de çê bû û zirareka zêde ya madî gihîşt wê; lê ji ber lêdana zengila hişyariyê berî wê êrîşê û çûna karkeran bo penagehan, ti zirarên canî çê nebûn, her çend berhemanîna gazê bi temamî hat rawestandin.
Zeviya Kormorê ya Gazê ku ji sala 2007ê ve ji aliyê kompaniya Dana Gasê ve veberhênanê dike û ji sala 2008ê ve ketiye nav pişka berhemanînê, çavkaniya sereke ya dabînkirina sotemeniyê ye bo santralên elektrîkê. Ev zeviya ku zêdetirî 1 trîlyon û 800 milyar pêyên sêca yên gaza xwezayî tê de heye, nêzî %67 ji elektrîka Herêma Kurdistanê (nêzîkî 3,700 megawatan) dabîn dike û bi riya lûleyan gazê bo westgehên Hewlêr û Çemçemalê dişîne.
Piştî van rûdanan û ji bo lêkolînkirina hûrgiliyên vê êrîşa tawankarî, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî îro Duşem, 9ê Mijdara 2026ê, piştî hevahengî û hevkariya ligel aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê, biryara pêkanîna lijneyeke lêkolînê ya hevpar da, daku sedem û bikerên vê destdirêjiyê eşkere bikin.