Tevgera Sadîqûnê: Serdana Mesrûr Barzanî bo Bexdayê giring û erênî ye

Seid Sadî
Seid Sadî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî bilind ê Tevgera Sadîqûnê pêşwaziya serdana Mesrûr Barzanî bo Bexdayê dike û wê serdanê "gelek giring û erênî" wesf dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşnîvroya îro Duşem, 09ê Mijdara 2026ê, bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û ligel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û serkirdeyên partî, hevpeymanî û kesatiyên siyasî yên Îraqê dicive.

Di vî warî de, Endamê Nivîsîngeha Siyasî ya Tevgera Sadîqûnê Seid Sadî, ku ew tevgir ji aliyê Qeys Xezelî ve serkirdetiya wê tê kirin, ji malpera Kurdistan24ê re got: "Em pêşwaziya serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Bexdayê dikin û bi baweriya me serdaneke gelek giring û erênî ye, ji bo xurtkirina peywendiyan û çareserkirina arêşeyên helawîstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de."

Seid Sadî tekez jî kir: "Mesrûr Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rolekê gelek giring û bibandor di qada siyasî ya Îraqê de dileyîzin, û armanca me ew e ku her arêşeyeka di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebe li ser mêza danûstandinan û li ser bingeha destûrî bê çareserkirin."

Navbirî amaje jî kir: "Serdana Mesrûr Barzanî di demeka hestyar de ye, bi taybetî jî ku Îraq di qeyraneke dijwar a aborî de ye. Em tekez dikin ku ji bo çareserkirina vê qeyranê û hemî arêşeyên din ên welat, divê aliyên siyasî yên Îraqê yekgirtî bin û berjewendiyên niştimanî bixin pêş berjewendiyên partiyan."

Ev serdana duyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye bo Bexdayê di îsal de, serdana wî ya borî di Gulana borî de bû, ku ji bo xurtkirina peywendiyên siyasî û nîqaşkirina dosyeyên hevpar ên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Îraqê de bû.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ji K24ê re ragihand: “Di civînên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîrê Îraqê û serkirdeyên siyasî yên Îraqê de, baldarî dê li ser çareserkirina arêşeyan li gorî destûr, qanûn û lihevkirinan be, bi awayekî ku çareseriyeka guncayî bo hemî arêşeyan bê dîtin.”