Mesrûr Barzanî: Kargeha Çimento ya Dabîn dê roleke berçav di pêşxistina proseya avadankirina Kurdistanê de bibîne
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê Kompanyaya Çîmento ya Dabîn li parêzgeha Hewlêrê danî.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Hezîrana 2023an kevirê bingehîn ê Kompanyaya Çîmento ya Dabîn li parêzgeha Hewlêrê danî.
Serokwezîr di merasîma danîna kevirê bingehê yê Kompanyaya Çîmento ya Dabîn de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, ev kargeha çîmentoyê dibe yek ji kargehên herî girîng ên Herêma Kurdistanê û dê roleke wê ya berçav di pêşxistina proseya avakirin û avadankirina Kurdistanê de hebe.
Got jî: “Ez kompanyaya Dabin û Power China ji bo cîbicîkirin û avakirina vê projeyê dikim. Hêvîdar im ku ev proje di demek diyarkirî de wek ku soz hatiye dayîn bi kalîte bidawî bibe û di avakirina wê de ewlehiya karkeran û parastina jîngehê li ber çavan bê girtin.”
Da zanîn jî, “Di qonaxa avakirina kargehê û destbikarbûna wê de, bi sedan derfetên kar dê çêbibin, ku divê %75 ê derfetên kar di her proje û pîşeyekê de, ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê be û rahênanê bi karker û endezyarên Kurd bê kirin, da ku di vî warî de şarezayiya xwe bipêş bixin. Her wiha em hêvî dikin ku di avakirina vê kargehê de pirsgirêkên jîngehparêzî, germbûna global û sînordarkirina belavbûna gazê heta ku ji destê me tê, li ber çav were girtin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya karnameya xwe de di warê cûrbicûrkirina aboriyê de girîngiyeke mezin dide herdu sektorên pîşesazî û çandiniyê. Li devera me gelek keresteyên xav û destpêkî hene ku dikare bibe havêna dirustkirina gelek kargeh û vejandina pîşesazî û dabînkirina pêwîstiyên bazarên Herêma Kurdistanê û heta hinardekirina wan jî bo navçeyên din ên Iraq û welatên herêmê jî. Cihê kêfxweşiyê ye ku min bihîst ev kargeh jî, bi awayekî sereke pişta xwe bi kereste û madeyên xav ên navxwe ve girê daye.”
Herwiha diyar kir: “Eger em bala xwe bidin market û molên Kurdistanê, em dibînin ku piraniya herî zêde berhem û alavên wan heta niha hatine hawirdekirin. Di demekê de ku em diakrin bi awayekî gelek wan berhem û pêwîstiyan li Kurdistanê dirust bikin, bi vê yekê jî him sektora me ya pîşesaziyê geş dibe û him bêkarî jî kêmtir dibe û xwegirêdana bi berhemên derve jî sînordar dibe. Ji vî alî ve, her alîkariyek li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwîst be, em amade ne bikin, da ku sektora me ya pîşesaziyê geşbûneke baş di xwe de bibîne. Her li vir ve, ez aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêmê radispêrim ku hêsankariya zêdetir ji bo pêşxistina sektora pîşesaziyê bikin û her asteng û zehmetiyek hebe jî, divê ji holê rakin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya axaftina xwe de ragihand: “Ez careke din destxweşiyê li cîbicîkarên vê projeya girîng dikim û hêvîdar im projeyên wisa, li piraniya navçeyên Kurdistanê werin encamdan.”