Kanada û Amerîka li ser teqîna Titanê lêkolînê dikin
Amerîka û Kanadayê ragihandin ku dest bi lêkolîna li ser teqîna jêrderyayiya Titanê dikin, ku di dema geştekê de ji bo dîtina paşmahiyên keştiya Tîtanîkê winda bûbû û 5 kesên tê de canê xwe ji dest dabûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Kanada û Amerîka li ser teqîna jêrderyayiya Titanê ku 5 kesan tê de canê xwe ji dest dabûn, lêkolînê dikin.
Amerîka û Kanadayê ragihandin ku dest bi lêkolîna li ser teqîna jêrderyayiya Titanê dikin, ku di dema geştekê de ji bo dîtina paşmahiyên keştiya Tîtanîkê winda bûbû û 5 kesên tê de canê xwe ji dest dabûn.
Fermangeha Niştimanî ya Silametiya Veguhestinê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihandiye, teqîna jêrderyayiya Titanê wek karesatbar û kareseteke mezin a deryayî bi nav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku asayişa peravên Amerîkayê li ser teqîna Titanê dest bi lêkolînê dike.
Fermangeha Niştimanî ya Silametiya Veguhestinê ya Kandayê (TSB) jî ragihand, lêkolînê li karên keştiya bi navê Polar Prince dikin, ku jêrderyayiya Titanê li navçeya Newfoundland a li Kanadayê rakişand bo cihê paşmahiyên keştiya Tîtanîkê.
Titan, bi qasî ku 96 saet oksîjen têra wê bike, bi rê ket û dihat pêşbînîkirin ku geşta wê 2.5 saet bidome, piştî saetek û 45 xulekan ji çûna nav deryayê, pêwendiya wê bi keştiya bi navê Pola Prince qut bû.
Rayedarên asayişa peravên Amerîkayê di 22ê Hezîranê de ragihand ku jêrderyayiya Titan bi awayekî "karesatbar" teqiyaye û parçe parçe bûye.